Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

Sengawî: “Êrîşeke Tirkiyeyê dê me tûşî belayê bike”

29ê Tîrmeh 2010/12:04

 

Cîgirê fermandarê giştî yê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û endamê polîtburoya YNK’ê Mehmûd Sengawî da zanîn ku Tirkiye nikare bi rêya leşkerî pirsa kurdî çareser bike û got: “Baş e, eger Tirkiye êrîşe bike, dê çi bike? Dikare Qendîlê bigire? PKK’ê dê bikeve nav Tirkiyeyê, piştî du rojan jî divê Tirkiye Qendîlê bi cih bihêle.”

 

Dengê Azad/Silêmanî

Di hevdîtineke digel rojnameya Awêneyê de cîgirê fermandarê giştî yê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û endamê polîtburoya YNK’ê Mehmûd Sengawî wiha got: “Em ji PKK’ê re dibêjin bela. Ji ber ku em ji wan re dibêjin Herêmê vala bikin, ew dibêjin em jî kurd in û şerê kurd heye. Em dibêjin neçin lê mayîna wan jî belayeke din e bo me. Çimkî vê carê jî Tirkiye hincetan ji xwe re dibîne."

 

Sengawî banga vê dawiyê ya Murad Qereyilan jî wek gaveke erenî binav kir û  got jî: “Murad Qereyilan ragihand ku ew amade ne li jêr çavdêriya Neteweyên Yekgirtî çekan deynîn, bi mercek ku Tirkiye bê pêş. Ev gaveke baş e ku tirk jî bixwazin rewşê ber bi aramiyê ve bibin.”

 

Bi ya Sengawî Tirkiye nikare bi rêya leşkerî pirsa kurdî çareser bike û got: “Baş e, eger Tirkiye êrîşe bike, dê çi bike? Dikare Qendîlê bigire? PKK’ê dê bikeve nav Tirkiyeyê, piştî du rojan jî divê Tirkiye Qendîlê bi cih bihêle. Çimkî navçeyeke belav û sext e û rê nîne. Ji ber vê yekê ez bawer nakim êrîşa Tirkiyeyê, ji bilî wê yekê ku me tûşî belayê bike tu sûdekî hebe.”

 

Sengawî derheqê hêza pêşmerge de jî amaje bi wê yekê kir ku hêzên pêşmerge ji 18 lîwayan pêk hatiye û niha bi serpereştiya hêzên Amerîkayê 4 lîwa hevdu girtine.

 

Derheqê nakokiyên navbera arteşa Iraqê û Hêzên pêşmerge de li Xaneqîn û Celewlayê, Sengawî diyar kir ku digel vekişîna hêzên Amerîkayê ew alozî dê zêdetir bibin, çimkî di rêzên arteşa Iraqê de hejmareke berçav terorîst û kesên beasî yên şovenîst hene.

 

Bê nîşandana çavkaniyê, wergirtina nûçeyê qedexe ye!
Thursday, July 29, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar