29ê Tîrmeh 2010/15:25
Endamê Lîsteya El Iraqiyeyê Omer Cibûrî diyar kir ku bikaranîna Kerkûkê wek karteke siyasî ji aliyê Hevpeymaniya Kurdistanê ve di gotûbêjên digel qewareyên din de, nayê qebûlkirin û cext li ser wê yekê jî kir ku ew dosye nikare bikeve bernameya karê gotûbêjên navbera El Iraqiye û Hevpeymaniya Kurdistanê.
Dengê Azad/Bexda
Cibûrî diyar kir ku serokê şandeya danûstandinê a kurdî Roj Nûrî Şaweys ragihandiye ku Kerkûk di warê dîrokî û neteweyî de ser bi Herêma Kurdistanê ye û got: “Em vê daxuyaniya Şaweys red dikin û didin zanîn ku ev yek derfetên gotûbêjên cidî yên digel aliyên kurdî kêm dike.”
Endamê Lîsteya El Iraqiyeyê Omer Cibûrî got: “Em bikaranîna Kerkûkê wek karteke siyasî ji aliyê Hevpeymaniya Kurdistanê ve di gotûbêjên navbera qewareyên siyasî de, red dikin û radigihînin ku meseleya Kerkûkê nikare bibe bernameya karê gotûbêjên navbera El Iraqiye û Hevpeymaniya Kurdistanê.”
Cibûrî da zanîn, rijdbûna kurdan li ser kurdistanûbûna Kerkûkê ji aliyê hemû pêkhateyên Iraqê ve tê redkirin û got: “Bi taybet jî ku madeya destûrî a taybet bi wî bajarî di 1’ê berfanbara sala 2007’ê de bi ser çûye.”
Navborî ecêbmayîna xwe li ser wê yekê nîşan da ku di demekê de Iraq di krîza pêkanîna hikûmeta nû re derbas dibe, qala vê mijarê tê kirin.