Rojnameya Nûçeyî, Şîroveyî, Çandî ya Înternetê
    Kurdî     |     Tirkî

       
Bigere
Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ sazdike
Şeva Çanda Kurdî
Weşanxaneya DENG’ê di Navenda Arasê de
Radyo Dengê Riya Azadî

Ji Medyayê

25 malbatên rojhilata Kurdistanê koçberî Herêma Kurdistanê bûn

29ê Tîrmeh 2010/15:27

 

Ji ber nêrînên cihê yên siyasî û fişarên dewleta Îranê 25 malbatên kurd ên rojhilata Kurdistanê koçberî quntara çiyayê Qendîlê bûn û di nav wan malbatan de hejmarek gênc jî hene ku ji aliyê dewletê ve cezayê îdamê li wan hatiye birîn.

 

Dengê Azad/Silêmanî

Elî Seîdî ku yek e ji wan penaberan û cezayê îdamê li wî hatiye birîn diyar kir ku li rojhilata Kurdistanê dewletê fişarên li ser kurdan zêde kirine û got: “Ji ber ku em kurd in em bi îdamê hatine mehkumkirin.”

 

Hemwelatiyê kurd ê rojhilata Kurdistanê Seîdî her wiha got: “Me hewara xwe aniye ber başûrê Kurdistanê û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku mafê penaberiya siyasî bide me û ji me re kampekê veke. Di heman demê de daxwaza me ji saziyên başûr jî ew e ku alîkariya me bikin.”

 

Di heman demê de ew malbatên rojhilatê metirsiya wê yekê dikin ku zarokên wan jî ji xwendinê bêpar bimînin û dan zanîn ku ew aştiyê dixwazin û daxwaza mafê xwe yê rewa dikin, lewre koçber bûne.

 

Wan malbatên kurd ku niha koçberî quntara çiyayê Qendîlê bûne daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku mafê penaberiya siyasî bidin wan û ji wan re kampekê veke. Ji ber ku di rewşeke xerab de dijîn û heta niha tu aliyekî alîkariya wan nekiriye.

 

Bê nîşandana çavkaniyê, wergirtina nûçeyê qedexe ye!
Thursday, July 29, 2010
  HyperLink

Add your comment:
 
Nav:
 
E-mail:
   
   
Peyam:
   
   


Rapor - Hevpeyvîn

Nivîskar