Her du welatên Îran û Turkiye ku li heştê salên borî de evraz û nişîvek zaf di têkiliyên siyasî ên navbera wan de hebûye, û li ser pirsên siyasî ên herêm û cîhanê hinek caran hevhelwest û carna jî helwestên cuda hebûne, piştî hatine ser karê a dewleta AKP’ê li Turkiyê de rûpeleke nû di têkiliyên siyasî û tîcarî ên navbera her du welatan de hate vekirin.
Rejîma Îranê bi sedema vê ku têkiliyên wê bi welatên Ewrûpayî re, li ser pirsa navikî gellek lawaz bibû, hewcehî bi pêwendiyeke baştir di gel Turkiyê hebû. Lewra xwe nêzî Turkiyê kir û Turkiye bû bi bazareke germ ji bo şandinaneft û gaza Îranê, û Îran jî bû bzarek germ bo kalayên Turkiyê. Ji aliyek din ve hemû demekê hem Turkiye û hem jî ÎranK li ser nifûza zêdetir û bihêzkirina deshilata xwe û bilavkirina modêl û şêweya deshilatdariya xwe li herêmê de, rikeberî hebûye, lê Turkiye berdewam di warê enirjiyê ve hewcedarê Îranê ye û Îran zêdetir ji %10 ji enirjiya Turkiyê dabîn dike.
Ew pêwendiya pirr ji evraz û nişîv a di navbera her du welatan depiştî gihîştina pêla Buhara Erebî bo welatê Sûriyê, berev sarbûnê ve çû.
Ji aliyek din ve razîbûna Turkiyê bi danîna sekoya mûşekiya patiryût di nav xaka Kurdistanê hêndey din rejîma Îranê nîgeran kiriye.
Lewra bi sedema wan bîrûboçûnên cuda ên siyasî û îdeolojîk ku rejîma Îranê û weha dixuye ku ew têkiliya pirr ji evraz û nişîv ya di navbera Îran û Turkiyê ber bi sarbûneke zêdetir ve here, û asayîbûna wan pêwendiyan jî girêdayî ye bi bûyerên piştî nemana Beşar Esed û hatine ser karê ye hikumetek nû di vî welatî de, ku bêguman wê demê gellek ji hewkêşeyên siyasî ên herêmê guhertin bi ser de tê.
Hejmara 197 ya Rojnama Agiriyê hatiye wergirtin